Yad Neqsebendî: Li Silêmaniyê rewsa Koronayê metirsîdar e û nexwesxaneyên me tijî nexwes in
PeyamaKurd – Rewşa Silêmaniyê ya niha ji aliyê pêketiyên vîrûsa Koronayê (Covid-19) ve û mirina ji ber vê vîrûsê metirsîdar e. Niha 218 pêketiyên Koronayê di bin çavdêriya bijîşkî de ne û rewşa tenduristiya 40 kesan ne baş e.
Li gor Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê Yad Neqşebendî destnîşan kir: "Di 24 saetên borî de, 9 kesan ji ber Koronayê li Silêmaniyê can dane.”
Neqşebendî da zanîn: “Rewş metirsîdar e û nexweşxaneyên me tijî nexweş in.”
Herwiha Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê diyar kir: “Kesên ku niha bi Koronayê dikevin, weke berê di çend rojan de ji nexweşxaneyê dernakevin, hinek nexweşên me hene ku 20 rojan heta mehekê li nexweşxaneyê dimînin û vê yekê jî wisa kiriye ku em nikarin hemû nexweşan werbigrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin