Li Silêmaniyê nexwesxaneya taybet a koronayê hat vekirin

27 July 2022 16:08 0 dîtin
Li Silêmaniyê nexwesxaneya taybet a koronayê hat vekirin

PeyamaKurd - Li Silêmaniyê bi merasîmekê nexweşxaneyeke 100 textî ya taybet a bo nexweşiya vîrusa Koronayê hat vekirin ku ji aliyê Almanyayê budçeya wê hatiye xerckirin.

Xerciya wê nexweşxaneyê di çarçoveya 24 milyon Euroyên ku Almanyayê ji destpêka belavbûna Koronayê ve ji bo avakirina çend nexweşxaneyan li Silêmanî, Bexda, Mûsil û Besrayê dabîn kiribû, hatiye kirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî di merasîma vekirinê de diyar kir, wê wezaret hewl bide ku hemî pêwîstiyên nexweşxaneyê dabîn bike, di nav de kadroya bijîşkî û tenduristî û dermanan jî heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, pêla pêncem a belavbûna koronayê li Herêma Kurdistanê jî derketiye holê ku ji destpêka pandemiyê ve, nêzîkî 460 hezar welatî bi Koronayê ketine û ji wan zêdetirî 7 hezar û 400 kesan can daye.