Nexwesxaneya Rizgarî dîsa ji bo tedawiya nexwesên Koronayê tê vekirin

28 July 2021 09:29 0 dîtin
Nexwesxaneya Rizgarî dîsa ji bo tedawiya nexwesên Koronayê tê vekirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, ji ber zêdebûna pêketiyên Koronayê, Nexweşxaneya Rizgarî ya ku piştî kêmbûna pêketiyên Koronayê hatibû girtin, car din ji bo tedawiya nexweşên Koronayê tê vekirin.

Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê diyar kir; ji bo parastina silametiya tendirustiya giştî ya bajarê Hewlêrê û ji ber metirsiya vê rewşa niha, biryar hat dayîn ku Nexweşxaneya Rizgarî ji bo tedawiya pêketiyên Koronayê car din were vekirin.

Herwiha hat destnîşankirin, hemû îhtimal li ber çavan hatine girtin û Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê hatiye erkdarkirin ku amadekariyên zêdetir werin kirin, ji wan amadekariyan; car din vekirina Nexweşxaneya Rizgarî û çend cihên din ji bo tedawiya nexweşên Koronayê.

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe. Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya do Sêşemê 27ê Tîrmeha 2021ê, di nava 24 saetên borî de, li Herêma Kurdistanê 3250 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 19 kesan can dane.