Nexwesxaneya Rizgarî ya li Hewlêrê êdî nexwesên Koronayê wernagire

26 December 2020 11:30 0 dîtin
Nexwesxaneya Rizgarî ya li Hewlêrê êdî nexwesên Koronayê wernagire

PeyamaKurd Nexweşxaneya Rizgarî ya li Hewlêrê biryar da, nexweşên Koronayê êdî wernagire û ji sibê (16.12.2020) pê ve, xebatên paqijî û hîjyenê bên kirin. Lewma nexweşxane dê heta serê salê girtî be.

Li gor daxuyaniya Rêvebiriya Nexweşxaneya Rizgarî, nexweş tên agahdarkirin, ku dê heya serê salê nexweşan qebûl nekin.

Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê, beriya niha bi taybet pêketiyên Koronayê qebûl dikirin. Lêbelê, dê êdî nexweşên Koronayê wernegire. Lewma paqijiya giştî dest pê dike.