Nexwesxaneya Rizgarî pistî nemana nexwesên korona bo hefteyekê hat girtin

05 May 2020 16:34 0 dîtin
Nexwesxaneya Rizgarî pistî nemana nexwesên korona bo hefteyekê hat girtin

PeyamaKurd - Rêveberê giştî yê nexwaşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê Dr. Botan Ebdulqadir ragihand, nexwaşxaneya Rizgarî ku taybet ji bo pêketiyên vîrusa korona hatibû cuda kirin, niha bo heftiyekê hatiye daxistin û dê bê dermanrêj kirin.

Li gorî BasNewsê Rêveberê giştî yê Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê Dr. Botan Ebdulqadir got, ‘’Nexwaşxaneya me du pêketiyên vîrusa korona tê de hebûn û ew jî bo nexweşxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê re hatin şandin.’’

Dr. Botan da zanîn: ‘’Niha ti nexwaşek li nexweşxaneya me nemaye. Dê 7 rojan deriyên nexwaşxaneyê daxistîbin û bi madeyên dijî vîrus ve dê bê dermanrêj kirin, ji ber pêketiyên vîrusa korona di vê nexwaşxaneyê de bûn.’’

Rêveberê giştî yê Nexweşxaneya Rizgarî ragihand ku piştî heftiyekê ew li bendê ne hikûmeta herêma Kurdistanê rênimayiyên vekirina nexweşxaneyê derbixe.