Pistî erdheja Sêrtê nexwesxaneya Misircê hat valakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî erdheja bi hêza 5.1 a li navçeya Misircê ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ku danê sibehê li saet 08:45an rû dabû, xisar gihîştiye gelek avahiyan û nexweşxaneya Misircê jî hatiye valakirin.
Erdheja îro 3yê Kanûnê ku danê sibehê li Sêrtê rû dabû, li bajarê Batman, Amed, Mêrdîn, Riha û Şirnexê jî hest pê hatibû kirin.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê bajaroka Zoqeydê ya bi ser Misircê ye.
Li gorî zanyariyan gelek welatî ji ber xisara ku gihîştiye xaniyên wan ditirsin bikevin nav malên xwe.
Herwiha ji ber metirsiya erdhejê û xisara li ser avahiyê, nexweşxaneya Misircê jî hatiye valakirin û piraniya nexweşan jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin