Pistî erdheja li Elezîzê Nacî Gorur daxuyanî da
PeyamaKurd – Zanyarê Erdnasiyê û Pisporê Erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur, piştî erdheja Elezîzê got, “Ev erdhej weke diyardeya erdhejên 6ê Sibatê xuya dike ku li vê herêma ku berê şikestibû.”
Li navçeya Sivrîceyê ya Elezîzê şev di saet 00.05an de bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.
Nacî Gorur li ser hesabê xwe yê Xê erdheja ku li Elezîzê pêk hat parve kir.
Wî ev nirxandin kir:
“Li Kavakkoy-Sivrice/Elezîzê bi lerza 4,4an erdhej çêbû. Erdhej di nav Herêma Xalê ya Rojhilatê Anadoluyê da ye. Nêzîkî Gola Sîvrîceyê ye. Ev erdhej wek diyardeyeke erdhejên 6ê Sibatê li vê herêmê pêk tên ku berê şikestîbû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin