Nacî Gorur, pistî erdheja Edeneyê daxuyanî da
PeyamaKurd- Piştî ku vê sibehê li navçeya Kozanê ya Edeneyê bi pileya 5,5 erdhej çêbû, ji aliyê Zanyarê Erdê Prof. Dr. Nacî Gorur ve daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Karesat û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn de hatibû ragihandin ku vê sibehê erdhejeke bi lerza 5,5an ku navenda wê navçeya Kozanê ya Edeneyê bû çêbû, ji aliyê pisporan ve daxuyaniyên nû hatin dayîn.
Zanyarê Erdê Prof. Dr. Nacî Gorur ku berê ji bo Edeneyê hişyarî kiribû, piştî erdhejê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Nacî Gorur bal kişand ser erdhejên 6ê Sibatê û pê ve girêdayî wiha got:
"Erdheja ku li Kozanê bi lerza 5,5an çêbû, li herêma lihevhevketina fayên Saimbeylî û Savrunê ye, heye ku li herêma Savrunê be. Piştî erdheja 6ê Sibatê, li herêmê li ser kemberên paye di qadên strese de guherîn hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin