Gorur erdheja Geverê nirxand: Pistî erdheja 6ê Sibatê xêza Colemêrgê guvisî
PeyamaKurd - Pisporê Erdnasiyê Prof. Dr. Naci Gorur piştî erdheja bi pileya 4,4 a li Gevera Colemêrgê pêk hat hişyarî da û got ku ji ber xêza fayê ya Colemêrgê guvişîye ev erdhej pêk hatiye.
Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya bakurê Kurdistanê, îro danê sibehê bi pileya 4,4an erdhejek pêk hat.
Piştî erdhejê Prof. Dr. Naci Gorur bi daxuyaniya xwe ya ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyariya şkestina xêza fayê da. Gorur balê kişand ser xêza fayê ya Colemêrgê û got: "Ev xêza fayê piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereş û Semsûrê gelek guvişî bû."
Naci Gorur got: “Vê sibehê li Colemêrg navçeya Geverê erdhejeke bi pileya 4,5an pêk hat. Erdhej li Herêma Bedl û li deverên Zagrosê jî hate hestkirin. Ev erdhejeke normal e çimkû piştî erdhejên 6ê Sibata sala çûyî ev xêza fayê ya bi ser Colemêrgê ve diçe pir guvişî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin