Nacî Gorur, erdheja Wanê nirxand
PeyamaKurd- Prof. Dr. Nacî Gorur diyar kir ku piştî erdheja bi lerza 4,7 a ku li Wanê çêbû, xeta fayê ya Rojhilatê Anadoluyê teng bûye.
Duh ji aliyê Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ve hatibû ragihandin ku saet di 14:04an de li navçeya Tûşbayê ya Wanê, bi hêza 4,7 erdhej çêbûye.
Li ser vê yekê Prof. Dr. Nacî Gorur di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ev erdhej nirxand û got ku
“Li Tûşbaya Wanê, bi hêza 4,6an erdhejek çêbû. Bi hegereke zêde, di nav Qada Faya Ercîşê de ye. Piştî erdhejên 6ê Sibatê Rojhilatê Anadoluyê ket nav tengasiyan. Asayî ye ku hin fayên bi vî rengî erdhejan çêbikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin