Nacî Gorur, pistî erdheja li Sêrtê daxuyanî da

01 September 2023 14:30 0 dîtin
Nacî Gorur, pistî erdheja li Sêrtê daxuyanî da

PeyamaKurd- Piştî erdheja ku vê sibehê li Sêrta Bakurê Kurdistanê çêbû, Zanyarê Erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur daxuyanî da û diyar kir ku xeta fayê ya 2 bajarên din jî dê teng bibe.

Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatê ya Tirkiyeyê (AFAD) vê sibehê ragihandibû ku li Sêrtê erdhejeke bi lerza 3,9an çêbû û kûrahiya wê jî wekî 7 kîlometir hatibû ragihandin.

Piştî vê erdhejê, Nacî Gorur di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re hin agahî dan û rewşa xetên fayê yên li herêmê bi vî awayî şîrove kir:

“Li Aydinlara Sêrtê erdhejeke bi lerza 3,9 çêbû. Piştî erdhejên 6ê Sibatê, tevgera bakur a Taxa Ereban dê xeta fayê ya Semsûr û Colemêrgê bitepisîne. Dibe ku erdhejên bi vî rengî çêbibin.”