Hewlêr | Pistî tedawîkirina nexwesê dawî nexwesxaneya bo koronayê hat girtin
PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, ji ber nemana nexweşên koronayê Nexweşxaneya Rizgarî ya taybet bo Covid-19 bû, hat girtin.
Hat ragihandin ku piştî ku nexweşê herî dawî yê vîrûsa Koronayê tedawî bû û çû mala xwe, nexweşxane hatiye girtin.
Rêveberiya Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê berî niha ragihandibû ku nexweşxane êdî tenê ne ji bo nexweşên Koronayê ye û piştî paqijkirinê wê hemû beşên din werin vekirin
Li gorî amarên rojane yên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê her roj hejmara pêketin û mirinên Koronayê kêm dibin ku ev jî bi rêya bicihanîna rêkarên pêwîst pêk hatiye.
Li Herêma Kurdistanê heta niha zêdetirî 102 hezar kes bi Koronayê ketine, 3 hezar û 337 kes mirine û zêdetirî 69 hezar kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin