Bi sedan ton alîkariya mirovî pistî bidawîbûna kampanya ''Hewlêr bi tene nîne'' gihîst Hewlêrê

23 December 2021 14:30 0 dîtin
Bi sedan ton alîkariya mirovî pistî bidawîbûna kampanya ''Hewlêr bi tene nîne'' gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd – Bi sedan ton alîkariya mirovî piştî bidawîbûna kampanya ''Hewlêr bi tene nîne'' ya parêzgeha Duhokê, îro gihişt parêzgeha Hewlêrê.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di kongreyeke rojnemevanî de diyar kir, piştî roja 17.12.2021ê lehî li Hewlêrê pêk hat, li parêzgeha Duhokê kampanyayek hat ragihandin bi navê ''Hewlêr bi tenê nîne'' û ew alîkarî bûne hevkar û piştevaniyeke mezin ji bo ziyandîtiyên lehiyê.

Umêd Xoşnaw herwiha eşkere kir, alîkarî ji bo wan hemû aliyên ciyawaz ê mexdûrên lehiyê girîngiya xwe heye ku peyameke mezin a niştimanî û mirovî ye. Ji bo wê alîkariya ji bo Hewlêrê cihê şanaziyê ye.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter jî di konferansa rojnemevaniyê de destnîşan kir, Hewlêr a hemû xelkê Kurdistanê ye û cihê aramiyê ye, ji ber dema karesatek bi ser wê de hat wan kampanya ''Hewlêr bi tenê nîne'' ragihand.

Herwiha parêzgarê Duhokê dide zanîn: “Ev karê me bersiva çakiya Hewlêrê ye beramber xelkê Kurdistanê, ji ber wê her çi me kiriye erk bûye û ji roja yekem me 218 amêrên şovil û hefare û amêrên giran şandine Hewlêrê û ji bo karkirinê. Îro jî 5 barhilgirên gewre yên keresteyên pêwîst tê de bûn û bi mîqdarê 600 milyon dînar alîkariya maddî ya sermayedarên Duhokê me îro radestî parêzgariya Hewlêrê kiriye ji bo bigîhe mexdûrên lehiya Hewlêrê.”