Tedawiya 1.154 nexwesên ji ber sewata daristanan qediya
PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Dr. Fahrettin Koca ragihand ku bi sedema şewatên daristanan 1.154 kesên ku nexweş ketibûn û li nexweşxana dihatin dermankirin baş bûn û ji nexweşxaneyan derketin. 1.154 nexweş yên li bajarê Antalya û Muğlayê ne. Bes ji nexweşan tedawiya 16 nexweşan dewam dike.
Wezîr Koca di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandina xwe kir. Koca got ku li Antalya 704 nexweş û li Muğlayê 450 nexweş dermankirina wan temam bûye û ji nexweşxaneyan derketine. Wezîr Koca weha got:
“ Li Antalya me dermankirina 704 nexweşan temam kir. 6 nexweş tedawiya wan dewam dike. Li deverê 7 hemwelatî jiyana xwe ji dest dabûn. Em bi 46 ambûlans,17 tîmên UMKE yê û bi 242 xebatkarên tenduristiyê li sehayê ne.
Li Muğlayê me 450 nexweşan derman kir. 10 nexweşên me tedawiya wan dewam dike. Di bobelata şewatê de 1 kes can dabû. 61 ambûlans, 22 tîmên UMKE yê, alaveka mobîl ya rêvebirinê, bi temamî 306 xebatkarên tenduristiyê li seha şewatê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin