Parêzgeha Dêrsimê li ser sewata daristanan daxwuyanî da

28 August 2021 23:36 0 dîtin
Parêzgeha Dêrsimê li ser sewata daristanan daxwuyanî da

PeyamaKurd – Li ser medyayê her roj tê ragihandin ku bi zanîn şewatên daristanên Dêrismê dewam dikin û parêzgeh bi zanîn navemirîne. Îro parêzgeha Dêrsimê li ser şewata daristanan daxwuyanî da. Parêzgeh ragihand ku li Hozatê li Newala Tanziyê û li navçeya Ovacikê li devera Buzultepe şewat derketine û wê sibê zû bi balafiran jî ji hewa mudaxelayê agir bikin û weha got:

“Şewata di 26 ê tebaxê de di navbera Hozat û Ovacikê ya Buzultepe û ya li Hozatê Newala Tanziyê ya li rojavayê wê bi temamî hatiye vemirandin. Li biniya Newala Tanziya Hozatê li hinek ciyan şewata ku derketiye bi makîneyên kar dora wan hatiye tengkirin û tîmên me dixebitin da vemirînin. Hedefa me ew e ku em sibê temamê agir vemirînin.

Parêzgeha me di mijarê de agahiyan dide û ji bilî agahiyên me guh nedin agahiyên ser medyayê.”