Parêzgeha Îstenbolê li ser Ramazan Hoca (Piskin) daxwuyanî da
PeyamaKurd – Ramazan Pişkin ku ji xelkê Diyarbekire li Îstenbolê li navça Fatihê çayxana wî hebû. Bi fikrên xwe yên nerm û balkêş bala mirov dikşand. Îro li Fatihê di çayxana wî de bi kêran lê xistin û dema birin nexweşxanê canê xwe ji dest da.
Dema Ramazan Hoca birîndar dibe polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê. Kesê ku bi kêrê lê xistiye reviyaye û Ramazan Hoca jî li nexweşxanê can dide.
Parêzgeriya Îstenbolê li ser mijarê dibêje ku kesekî nasnama wî nediyar êrîşê wî kiriye û sê cara bi kêrê li singa wî xistiye. Xebata tesbîta nasnama êrîşker û ji bo girtina wî dewam dike.
Piştî nexweşxanê cenazê Ramazan Hoca dibin tib a Edlî û wê mirovên wî paşî cenazê wî bibin Diyarbekirê li wir defin bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin