Peyama parêzgeha Îstenbolê bo 1 ê gulanê
PeyamaKurd-Parêzgeha Îstenbolê beyaneka nivîskî da çapemeniyê ku wê di 1ê gulanê de bo pîrozbahiyê 27 hezar û 174 kes wezîfe bikin. Li temamê guzergahan jî wê tedbîrên trafîkê bên sitendin.
Parêzgeriya Îstenbolê got; pîrozbahiya 1 ê gulanê ku roja ked û hevkariyê ya karkera ye, wê pîrozbahî di meydana Maltepe de bê pîrozkirin û her tedbîr di asta herî bilind de hatiye sitendin. Di beyanê de weha hat gotin:
“ Di 1 ê gulanê de roja ked û hevkariyê weka di tevayê welatê me de çawa tê pîrozkirin, wê her wisa jî li bajarê me jî bê pîrozkirin. Pîrozbahî wê li meydana Maltepe bêkirin û di asta bajêr de her tedbîr hatine sitendin. Tedbîrên ragihandina çûn û hatinê, li dever û guzerhagên ku qelebalixin, weka metro, metrobus û weka Marmaray alavên gihandinê hemû amade ne. Di vê çarçoveyê de 26 hezar û 174 xebatkarên me, wê di pîrozbahiyê de wezîfe bikin. Berya pîrozbahiyê wê hemû agahiyên ku xelk pê pêwendîdare, bê ragihandin. Em roja we ya ked û hevkariyê ya 1 ê gulanê pîroz dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin