Di sewata daristanan de li Sîliyê jimara miriyan giha 19 kesî
PeyamaKurd – Li welatê Latîn Amerîkayê li Şîliyê şewata daristanan li bajarê Vina del Mar a tûrîstîk dewam dike û jimara kesên mirine gihaye 19 kesî. Ragihandin ji aliyê wezîra karên hundir ya Şîliyê Carolina Toha de hat kirin.
Toha got ku di demên pêşiya me de dema tîmên rizgarkrinê bigihên deverên ku ketine bin bandora şewatê, dibe ku kes hebin can dabin lê haya hukukumetê ji wan tine û dewam kir:
“Li gor raporên ku ji deverên cuda hatine destê me; îhtîmal heye ku zêdetir kes miribin lê mixabin em ji sehayan agahiya esehî nastînin. Niha li welat seranser 92 şewatên aktif hene û 43 hezar hektar ketiye bin bandora şewatan.
Sehayên ku îsal li wan şewat hene li gor sala borî gelek biçûkin. Lê niha miqdarê hektar ên ketine û dikevin bin bandora şewatê, her diçe zêdetir dibe.”
Serokê dewleta Şîliyê Gabriel Boric îro zû ragihandibû ku ji bo li hemberê şewatan karibin têbikoşin, rewşa awarte ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin