Kendava Çanakkale ji ber sewata daristanan ji çûnûhatina kestiyan re hate girtin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku kendava Çanakkale ya Tirkiyeyê ji ber şewata daristanan ku 3 roj in nehatiye kontrolkirin ji çûnûhatina keştiyan re hate girtin.
Şewata daristanan a li dorûbera Kendava Çanakkaleyê ev 3 roj in dewam dike û tevî hemû xebatên agirvemirandinê jî hîn nehatiye kontrolkirin.
Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli ragihandiye ku bi 8 balafir. 30 helîkopter, 790 barhilgirên agirkûjiyê û makîneyên kar û zêdetir 3 hezar karmendan xebatên agirvemirandinê dewam dikin. Heta niha 11 gund ji ber belavbûna agir wekî tedbîr hatine valakirin.
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Peravan jî îro 24ê Tebaxê ragihand, ji bo ku balafir û helîkopter di vemirandina êgir de bikaribin bi awayekî ewle ji deryayê av bistînin, kendava Çanakkaleyê ji çûnûhatina keştiyan re hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin