Li Çiyayê Metîna sewata daristanan ji ber serê PKK ê û Tirkiyê dewam dike

14 August 2021 20:21 0 dîtin
Li Çiyayê Metîna sewata daristanan ji ber serê PKK ê û Tirkiyê dewam dike

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Duhokê li navçeya Amediyê li Çiyayê Metîna bi sedema şerê navbera PKK ê û artêşa Tirkiyê şewata daristanan dewam dike. Tîmên Duhok û Amediyê yên vemirandina agir dixebitin da agir vemirînin.

Li dora nîvro piştî di navbera artêşa Tirkiyê û PKK ê de şer derket, agir bi daristanên Çiyayê Metîna ket. Şewat di navbera gundê Şikêr û Sergelê Şikêr de dewam dike. Her weha ji gundiyan jî alîkariye xwestine. Peyamnêrê Rûdawê ragihandiye ku bi sedema bombebaranê tîmên vemirandina agir nikarin têra xwe bi şewatê re têbikoşin.

Hat ragihandin ku ji do êvarê de balafirên artêşa Tirkiyê gundên Hiror, Dişêş û Wadiya Qurêşê bombebaran dike.