Berfa ewilî ya îsalê li Kurdistanê li serê Çiyayê Agiriyê bariya

14 September 2023 22:21 0 dîtin
Berfa ewilî ya îsalê li Kurdistanê li serê Çiyayê Agiriyê bariya

PeyamaKurd – Digel serê payîzêye jî û zivistan nehatiye, berfa ewilî ya îsalê li Çiyayê Agirî ya Kurdistana bakûr bariya. Agirî ya ku di havînê de jî berfa serê wê naqede, di ser de car din berfa ewilî ya îsal bariya û ket ser berfa sala borî.

Li bajarê Ixdir a ku dikeva navbera Yerîwan û Çiyayê Agiriyê, hefteyekiye ku baran dibare lê li bilindahiya Çiyayê Agiriya ku ji deryayê 5.137 metre bilinde, berfa salê ya ewilî ket. Dema mijê serê Çiyayê Agiriyê belav bû, diyar bû ku li serê çiya berf bariyaye.