Li bakûrê Kurdistanê berfa ewilî li Sariqamîsê bariya

17 October 2024 20:30 0 dîtin
Li bakûrê Kurdistanê berfa ewilî li Sariqamîsê bariya

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li navça Sariqamîşê li navenda şemateka berfê ya Cibiltepe û dora wê serê sibê berf bariya. Berf, her weha li Çiyayê Allahûekberê û navça Selîmê ya bi ser Qersê jî bariya.

Berfa ku serê sibê dibariya, carna radiwestiya û carna dibariya. Berfa ku li gundên asta wan ji deryayê bilind bariya, der û dorê sipî kir.