Li Ûrmiyê rewsa belavbûna vîrusa Koronayê gihist asta herî metirsîdar
PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê, li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Ûrmiyê bi taybetî, di nava rewşeke xerab de ne. Ûrmiye di rewşa sor a belavbûna vîrûsa Koronayê de ye. Li gorî amarên fermî, li wê parêzgehê rojane nêzî hezar kesî bi Korona dikevin û 20 kes can didin.
Heta niha li Ûrmiyê nêzî 2 hezar û 200 kesî ji ber nexweşiya Koronayê canê dane. Li gel wê jî rêjeya xweparastina ji Koronayê ne di asta pêwîst de ye.
Herwiha li amarên dawî, li Rojhilatê Kurdistanê 4 hezar û 959 kesan ji ber Koronayê can dane. Welatî dibêjin, vîrusa Koronayê di her malbatekê de heye. Rayedar jî venaşêrin, rewşeke pir zehmet e û reng e ji kontrolê derkeve.
Rayedar ji bo nirxandina rewşê banga kerentînekirina giştî dikin. Lê welatî êdî kerentînê wek çareserî nabînin û dibêjin, kerentînekirin rewşa xelkê aloztir û dijwartir dike.
Do Parêzgarê Ûrmiyê Mihemed Mehdî Şehreyarî da zanîn, wan biryar daye ji saet 6ê êvarê heta 6ê sibê ji bilî sektora tendirûstiyê, tevahiya cihên din yên parêzgehê bigirin. Kesên pabend nebe jî, ceza bidin.
Biryar e ji hefteya bê ve, li Kirmaşan û Sine jî tedbîrên bi heman rengî bên girtin. Lê belê Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Ormiyeyê Cewad Aqazade di wê baweriyê de ye ku rewş ne baş e û bi van tedbîran nayê kontrolkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin