Kurdistan | Rewsa dawî ya vîrusa koronayê hat eskerekirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 158 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuaniya wezaretê de hatiye eşkerekirin, di nav 24 saetên borî de 158 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û nexweşekî vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest daye.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 104 hezar û 774 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 427 kes û heta niha 82 hezar û 901 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin