Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewsa dawî ya vîrusa koronayê
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di daxuyaniya rojane ya Covid-19 de ragihand ku di nav 24 saetên borî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 59 kes ji ber koronayê mirine û 1502 kesên din jî pê ketine.
Li gorî daxuyaniyê îro 1212 nexweşên koronayê baş bûne û hejmara kesên baş bûne heta niha gihîştiye 294 hezar û 357 kesan.
Li gorî amarên fermî ku li Tirkiyê bûne cihê nîqaşê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8837 kes ji koronayê mirine û 335 hezar 533 kes jî pê ketine.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca li ser twitterê got: “Heger em bixwazin piştevaniya xebatkarên xwe yên tenduristiyê yên ku ji bo rehetbûna nexweşan nexweşiya xwe didin ber çavê xwe û xwe bê xew dihêlin bikin, divê li gorî tedbîran tevbigerin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin