Rewsa dawî ya Covid-19 a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin

23 May 2021 20:43 0 dîtin
Rewsa dawî ya Covid-19 a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê tabloya rojane ya rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî tabloya îro 23yê Gulanê, li Tirkiyê û bajarê bakurû Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 7 hezar û 839 kesên din bi koronayê ketine û 197 kes jî pê mirine.

Di tabloya Covid-19 ya îro de, 710 nexweşên nû hatine tomarkirin û hejmara nexweşên rewşa wan giran jî bûye Hezar û 843 kes.

Herwiha hejmara mirinan jî bi van amarên dawî re gihîştiye 46 hezar û 268 kesan.