COVID-19 | Rewsa dawî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin

30 May 2021 22:53 0 dîtin
COVID-19 | Rewsa dawî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin

PeyamaKurd – Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên dawî de, 134 kesên din bi koronayê mirin û 6 hezar û 933 kes jî pê ketin.

Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di tabloya îro Yekşemê de hat eşkere kirin; 134 kesên din bi koronayê mirine, 6 hezar û 933 kes jî pê ketine û hejmara nexweşên giran jî bûye 1390 kes.

Li gorî amarên fermî hatine ragihandin, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 5 milyon û 242 hezar û 911 kesan, ya mirinan bû 47 hezar û 405 kes û heta niha 5 milyon û 105 hezar û 42 kes jî baş bûne.