Rewsa dawî ya Covid-19 li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di tabloya rewşa vîrusa korona Covid-19 ya îro Yekşemê de ragihand ku li bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 6 hezar û 436 kesên din bi vîrusê ketine û 165 kes jî pê mirine.
Li gorî daxuyaniya wezaretê di encama 148 hezar û 636 testan de, testên 6 hezar û 436 kesan pozîtîf derketine û 165 nexweşên giran jî wefat kirine.
Hejmara pêketiyên koronayê bi van hejmarên dawî re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştÎ gihîşt 2 milyon û 387 hezar û 101 kesan, hejmara mirinan jî bû 23 hezar û 997 kes.
Herwiha hejmara nexweşên giran li gorî daxuyaniya îro 2 hezar û 201 kes e û 8 hezar û 812 kes jî îro baş bûne.
Bi giştî hejmara kesên ji destpêka pandemiyê ve baş bûne gihîştiye 2 milyon û 262 hezar û 864 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin