Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin: Li Bakurê Kurdistanê rews metirsîdar e
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, di daxuyaniya rewşa vîrusa koronayê ya 15ê Tebaxê de, ragihand ku di nava 24 saetên borî de 154 kesên din mirine.
Li gorî tabloya 15ê Tebaxê ya wezaretê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 18 hezar û 847 pêketiyên nû yên koronayê hatine tomarkirin û 154 kesan jî can daye.
Herwiha 14 hezar û 426 kesên bi vîrûsa koronayê ketibûn jî baş bûne.
Li gorî tabloya nexşeya koronayê bajarên ku herî zêde pêketinên koronayê têne tomarkirin bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Amed, Mêrdîn, Batman, Riha, Bedlîs û Mûş in ku bi taybet li Amedê rewş metirsîdar e.
Li gorî zanyariyan, êdî ji bo nexweşên koronayê rojane beşên nû li nexweşxaneyên Amedê têne vekirin û di servîsên lêhurbûnê de cî nemaye ku gelek kes ji ber nebûna cî li ber servîsên lezgîn wefat dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin