Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin: Pêketin û mirin kêm dibin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 267 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniya îro Înê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de 267 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 83 kes li Hewlêrê, 87 kes li Silêmaniyê, 90 kes li Duhokê, 1 kes li Raperînê û 6 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 10 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 317 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê heta niha 378138 pêketî, 6976 mirin û 366676 nexweşên baş bûne hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin