Kurdistan | Rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin: 17 wefat hene
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 1627 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xweya îro 13ê Îlonê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1627 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 440 kes li Hewlêrê, 372 kes li Silêmaniyê, 408 kes li Duhokê, 48 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 33 kes li Raperînê ne.
Wezaretê agihand, di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1627 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 311 hezar û 889 kesan, ya mirinan bû 5 hezar û 614 kes û heta niha 276 hezar û 431 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin