Rewsa dawî ya korona ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di daxuyaniya îro Yekşemê de ragihand ku di 24 saetên borî de 53 kesên din ji koronayê can dane û 5 hezar û 200 kesên din pê ketine.
Li gorî amarên dawî hejmara mirinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştiye 48 hezar û 721 kesan ku di 24 saetên dawî de 952 nexweşên giran ên koronayê hatine tomarkirin.
Helmeta derîzkirinê jî li Tirkiye û bajarên bakurê Kurdistanê berdewam dike ku heta niha ji 83 milyon serjimariyê, 33 milyon û 712 û 157 doz derzî li hemwelatiyan hatiye xistin ku rêje gihîştiye dora ji sedî 17an.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin