Tirkiye | Rewsa dawî ya koronayê dereng hat eskere kirin û tabloya rojane jî hat guhertin

05 July 2021 00:07 0 dîtin
Tirkiye | Rewsa dawî ya koronayê dereng hat eskere kirin û tabloya rojane jî hat guhertin

PeyamaKurd – Wezarneta Tenduristiya Tirkiyê, amarên rojane yên rewşa vîrusa koronayê îro 5ê Tîrmehê derengiya şevê eşkere kir û herwiha hat ragihandin ku tabloya ji destpêma pandemiyê ve tê ragihandin jî hatiye guhertin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê di nav 24 saetên borî de, li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê 4 hezar û 418 kesên din bi koronayê ketin û 50 kesan jî wefat kiriye ku hejmara mirinan bi giştî gihîştiye 49 hezar û 782 kesan.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca piştî eşkerekirina amaran ragihand ku wê ji niha û şûnde di ekrana koronayê de, rêjeya dozên derzîkirina dijî koronayê jî cî bigire û amarên giştî yên di tabloyê de hebûn jî heftane bêne raporkirin.

Koca herwiha got, wê bi vî awayê bajar di nav xwe de bikevin pêşbirka zêdekirina lêdana derzîyên koronayê.