Li Herêma Kurdistanê rewsa dawî ya vîrusa koronayê hat ragihandin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 828 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.
Wezareta Tenduristiyê daye xuyakirin ku li seranserê Herêma Kurdistanê di nav 24 demjimêrên borî de 828 kes bi vîrûsa koronayê ketine û hevdem 26 kesan jî ji ber vîrûsa koronayê can daye û 440 kes jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketina vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 68 hezar û 872 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 314 kes û heta niha ji pêketiyên koronayê 40 hezar û 101 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê car din hişyarî da hemwelatiyan kuli gorî tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê tevbigerin; dûrî qelebaxiyê bin, mask û lepikan bikar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin