Hewlêr | Karta derziya koronayê di karên îdarî de dibe neçarî
PeyamaKurd - Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed da xuyakirin ku ew ê karta derziya Koronayê bikin merc ji bo bicihanîna karên îdarî yên xelkê.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di civîneke rojnamevaniyê de eşkere kir, ew ê êdî karta derziya Koronayê ne tenê ji bo sefer û geştkirinê ji bo karên îdarî jî bikin merc.
Dr. Dilovan Mihemed got, heta niha zêdetirî 40 hezar kartên derziya korona hatine çêkirin û teslîmî xwediyên wan hatine kirin.
Hat diyarkirin, her kesê ku du doz derzîyên koronayê li xwe dabe dikare karta derziyê bistîne û nirxa wê jî tenê 5 hezar dînar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin