Hikûmeta Kurdistanê dest bi çapkirina karta zîrek a derziya Koronayê kir

25 September 2021 13:00 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê dest bi çapkirina karta zîrek a derziya Koronayê kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Kurdistanê li Hewlêrê dest bi çapkirina karta zîrek a derziya Koronayê kir.

Berpirsê navenda çapkirina karta zîrek ya derziya Koronayê Bijar Mûsa diyar kiriye, Hikûmeta Kurdistanê dest bi çapkirina karta zîrek ya derziya Koronayê kiriye.

Bijar Mûsa herwiha daye zanîn, ew kesên ku du doz derzî li xwe xistine, dikarin serdana wan navendên ku derzî li xwe xistine bikin û karta xwe ya zîrek werbigrin.

Mûsa destnîşan kiriye, ji bo wergirtina karta zîrek pêwîstî bi kopyeke pasaportê û karta ku piştî lêdana derziyê wergirtine heye.

Bi gotina wî berpirsî, piştî xelasbûna wan rêkaran di nav hefteyekê de kart amade dibe û li heman navenda lêdana derziyê tê dayîn.