Kurdistan | Biryara wergirtina doza sêyem a derziya koronayê hat dayîn

27 January 2022 17:34 0 dîtin
Kurdistan | Biryara wergirtina doza sêyem a derziya koronayê hat dayîn

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo kesên ser 18 saliyê biryara wergirtina doza sêyem a derziya vîrusa koronayê hatiye dayîn ku ev biryar ji bo berevaniya giştî ya civakê li hember vîrusa koronayê û bi taybet jî ji bo cûreya Omicronê hatiye dayîn.

Wezareta Tenduristiyê nivîsek ji hemû rêveberiyên giştî yên tenduristiya parêzgehan re şandiye û tê de ragihandiye, biryar hatiye dayîn doza sêyem a derziya dijî vîrusa koronayê bê dayîn.

Di nivîsa Wezareta Tenduristiyê de tê gotin: “Li ser nivîsa wezareta tenduristiya Iraq û peywirdarkirina lijneya zanistî ya bijîşkî, bi armanca bilindkirina berevaniya bedenî derziya dijî vîrusa koronayê û li hember cureyên din ên vîrusa koronayê yên xwe guhertine, bi taybet jî Omicronê, biryar hate dayîn ku doza sêyem a derziyê ji bo temenên jor 18 salî bê dayîn.”

Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî jî li ser vê biryarê got: “Doza sêyem a derziya koronayê ji bo parastina tenduristiya giştî ya civakê ye, bi taybet jî parastina hemwelatiyên Kurdistanê ji Omicronê ye.”