Li Almanya derziya li dijî vîrusa Koronayê hat çêkirin

09 September 2020 10:32 0 dîtin
Li Almanya derziya li dijî vîrusa Koronayê hat çêkirin

PeyamaKurd - Heta niha çend welatên weke Rûsya, Amerîka, Brîtanya, Fransa û Çîn hewldanên xwe ji bo dîtina dermanê li dijî vîrûsa Koronayê didomînin. Di nav wan de Rûsya, welatê ewil e ku vaksîneke bi navê Sputnik V ragihandiye. Herî dawî jî li Almanyayê, bi hevkariya Kompaniya Pfîzer a Amerîkî, derziya li dijî vîrûsa Koronayê (Covid-19) hat çêkirin.

Li gor Prof. Dr. Ugur Şahin ji kanala CNNê re ragihand: “Bi hevkariya navbera dermansazên Amerîka û Almanyayê bi rêya kompaniyên Biontech û Pfizer, vaksîna li dijî vîrûsa Koronayê hat çêkirin û di nava meha bê de, dê amade bibe ji bo wergirtina rizamendiya rêxistinan.”

Herwiha Şahin destnîşan kir, taybetmendiyeke nuwaze ya vê vaksînê heye û got: “Ez di wê baweriyê de me ku ev derman nêzîkî nuwazebûnê ye.”

Prof. Dr. Ugur Şahin diyar dike: “Tevî têgihiştina mekanîzmaya xebatê, ligel encamên silametiya ceribandinan ku heta niha jî berdewam in, vê vaksînê baweriyeke mezin daye me… Belê, em bawer in ku me berhemeke bi silamet û cihê baweriyê bi dest xist û em di wê baweriyê de ne ku em dikarin vê vaksînê nîşanî cîhanê bidin.”

Berî niha kompaniyên Biotech û Pfizer ragihandibûn; plana wan ji bo desteberkirina 100 milyon derziyên cûreya BNT162 heta dawiya vê salê heye û heta sala 2021ê jî, bo 300 milyon derzî zêde bikin.