Mesrûr Barzanî: Bi wergirtina derziya li dijî Koronayê Kurdistanê biparêzin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir; heta niha zêdetirî milyonek derziya Koronayê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê dabîn kirine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha ji welatiyan daxwaz kir, erkê xwe cîbicî bikin û bi wergirtina derziya li dijî Koronayê, Kurdistanê biparêzin.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Me heta niha zêdetirî milyonek derziyên Koronayê dabîn kirine, niha dora we ye ku hûn erkê xwe cîbicî bikin, derziyê werbigrin û Kurdistanê biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin