Mesrûr Barzanî ji bo hevkariya têkosîna dijî DAISê spasiya Fînlendê kir

05 December 2021 14:39 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo hevkariya têkosîna dijî DAISê spasiya Fînlendê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Kanûnê roja Yekşemê pêşwazî li Balyozê Finlenda yê li Iraqê Matti Lassila kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Finlandayê hatin guftûgokirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Finlandayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de, hevkariya hêza Pêşmerge kiriye bi taybet di warê rahêneriya serbazî de.

Herwiha tekezî li girîngiya xurtkirina hevahengî û hevkariya civaka navdewletî ji bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Finlandayê ji bilî balkişandina ser rola erênî ya revenda Kurdî li Finlandayê, daxwaza welatê xwe ya pêşvebirina pêwendiyan bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê baziganî û weberhênanê de nîşan da.