Amerîkayê yekem heba dijî vîrusa koronayê pesend kir

23 December 2021 21:07 0 dîtin
Amerîkayê yekem heba dijî vîrusa koronayê pesend kir

PeyamaKurd - Ajansa Xurek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) cara yekem destûr da dermanê vîrusa koronayê Paxlovid û bikaranîna wî dermanî pesend kir.

Dermanê koronayê yê wekî heb hatiye hilberandin, ji aliyê kompaniya Pfizer ve hatiye bipêşxistin û her kesê di ser 12 salî de dikare bikar bîne.

Li gorî testên ku Pfizer di klînîkan de kirine, kesên di bin metirsiyê de ne piştî wergirtina vîrusê, 5 rojan li ser hev 12 saetan carekê divê van heban bikar bînin.

Kompaniyê diyar kiriye ku kesên van heban bikar bînin ji sedî 90 ji mirinên ji ber koronayê rizgar bibin û heb nahêle vîrus di şaneyên bedena wan de zêde belav bibe û rê li ber giranbûna nexweşiyê tê girtin.

Bandorên neyînî yên heba Paxlovid li ser mirovan jî wekî têkçûna hesta tamê, zêdebûna guvaşa xwînê, zikçûn û êşa masûlkeyan hatine nîşandan.