WHO: Hêvî heye ku dawiya 2020an derziya koronayê amade be
PeyamaKurd - Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhonam Ghebreyesus got, ew li bendê ne heta dawiya îsal derziya koronayê amade bibe.
Tedros Adhonam Ghebreyesus da xuyakirin, “Pêwîstiya me bi derziyê heye, hêviyek jî heye, dibe ku di dawiya îsal de derman bikeve destê me. Hêviyek heye.”
Rêxistina Tenduristiyê bi beşdariya gelek welatên endam bi navê COVAX li ser derziya koronayê kar dike û niha 9 derziyên bijarte yên koronayê têne ceribandin.
Armanca ew e ku heta dawiya sala 2021ê, nêzîkî 2 milyar derzîyên koronayê li cîhanê werin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin