Berpirsê Dûmaya Rûsya: Hêvî heye ku pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê bê çareserkirin
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Lijneya Pêwendiyên Navneteweyî ya Dûmaya Dewletê ya Rûsya û Parlamenter Aleksey Çepa angaşt ku pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê, pirsgirêkeke ku ji aliyê Anglo-Saksonan ve hatiye afirandin û "pirsgirêkeke çêkirî ye" û got: "Ez pir bi hêvî me ku ev pirsgirêk di demek nêzîk de çareser bibe."
Çepa di derbarê pêwendiyên Şam û Moskow û pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê de ji Rûdawê re axivî û got:
"Di pêwendiyên Moskow û Şamê de lawazbûn tune ye. Wek mînak; di demên dawî de hêzên me yên li Sûriyeyê bi hêzên çekdar ên Sûriyeyê re li dijî DAIŞ'ê operasyoneke serkeftî pêk anîn. Bi raya min ji ber zêdebûna nakokiyên li Rojhilata Navîn û Ûkraynayê, kêmtir gringî bi mijara Sûriyê tê dayîn."
"Pirsgirêka Kurd dişibe pirsgirêka Filistînê"
Aleksey Çepa angaşt ku pirsgirêka Kurd pir berê ji aliyê Anglo Saksonan ve hatiye afirandin û ev pirsgirêk hê jî didome û dom kir:
"Bi raya min ev pirsgirêk bi awayekî dişibe pirsgirêka gelê Filistînê. Ev pirsgirêk bi taybetî hate çêkirin da ku dema hewce bike li hin deveran kaos û pevçûn çêbibin û li wir bi bandor bibin."
Medyaya Ereb nivîsand ku Serokê Sûriyê Esed diyar kir ku hikûmet dixwaze di nava çend mehan de bi Rêveberiya Xweser a Rojava re di civîna Partiya Beas a 4ê Gulanê de hewleke çareseriya siyasî bide destpêkirin.
Hin şêwirmend û şîrovekarên nêzîkî Şamê jî di nirxandinên xwe de tînin ziman ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdisltanê jî bi ser Erebên herêmê hewl dide pêwendiyên xwe yên welatên Ereb ên endamên Komkara Ereb geş bike û bi ser wan zextan li ser rêveberiya Şamê bisepîne da ku dest bi hewleke çareseriyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin