Lavrov: Heyeta Rûsya û Amerîkayê dê sibê li Stembolê bicivin

26 February 2025 14:27 0 dîtin
Lavrov: Heyeta Rûsya û Amerîkayê dê sibê li Stembolê bicivin

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku şandeyên Rûsya û Amerîka dê roja Pêncşemê 27ê Sibatê li Stembolê bicivin û li ser çawaniya vejandina nûnertiyên dîplomatîk ên welatên wan gotûbêjan bikin. 

Rûsya ji dema ku Anatoly Antonov di meha Cotmehê de dest ji wezîfeya xwe berda, balyozê Rûsyayê li Washingtonê nemaye. Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Marco Rubio ku li Erebistana Siûdî bi Lavrov re hevdîtin pêk anî, piştre ragihand ku tîmên payebilind dê kar bikin ji bo vejandina nûnertiyên dîplomatîk ên welatên wan li Washington û Moskow di çarçoveya danûstandinên bidawîkirina şerê Ûkraynayê de.

“Fikra hêza aştiyê ya Ewropayê xapandin e”

Lavrov her wiha li ser îhtimala şandina hêzên aştîparêz ên Ewropî bo Ûkraynayê piştî zêdetirî sê salan şer gotûbêj kir Lavrov got ku niyeta Rûsyayê tune ku vê yekê qebûl bike û got ku ev fikr “xapandinek” e ku armanc ew e ku destûr bide Ûkraynayê ku ji nû ve çekan bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Trump vê hefteyê got ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jê re got ku Rûsya ji ramana aştîparêzên Ewropî kêfxweş e.