Rêxistina Tenduristiyê: Ji bo derziya korona roniya dawiya tunelê xuya kir!

24 August 2020 21:02 0 dîtin
Rêxistina Tenduristiyê: Ji bo derziya korona roniya dawiya tunelê xuya kir!

PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus, di civîna li Cenevê de, ragihand ku xebatên pêşxistina derziya koronayê yên pirnetewî COVAX bi piştevaniya 172 dewletan berdewam dikin.

Ghebreyesus banga alîkariya darayî bo wan xebatan kir û got, "Hejmarek xebatên pêşxistina derziyê gihîştine qonaxa dawî ya lêkolînên klînîkê. Ronahiya dawiya tunelê xuya kir.”

Serokê WHOyê da zanîn ku niha 9 xebatên pêşxistina derziyê hene û hevdîtinên wan ligel 4 kompaniyên hilberîner re jî didomin.

Tedros ji bo bilezkirina dawîanîna pandemiya coronayê û başkirina aboriya cîhanê bang li welatan kir, alîkariya darayî terxan bikin daku hemû welatên kêmderfet jî xwe bigihînin derziya koronayê ya bi ewle û bi bandor.