Karmendên tenduristiyê ji bo lêdana derziya koronayê têne perwerdekirin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê Dr. Aso Hewêz ragihand ku ew dê xulekê ji bo perwerdekirina karmendên tenduristiyê ya lêdana derziya Koronayê vekin.
Dr. Aso Hewêzî got ku wan plan daniye karmendên tenduristiyê ji bo lêdana derziya Koronayê perwerde bikin û ji bo wê jî sibe 23yê Sibatê li Hewlêrê xuleke perwerdê tê vekirin.
Berpirsê wezareta tenduristiyê diyar kir, helbet karmend û nojdarên me xwedan şiyan in di mijara derzîkirinê de lê ji ber ku derziya Koronayê nû ye loma me biryar da wan perwerde bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin