Karmendên derziya Koronayê li xwe nedabin mûçeyên wan nayê dayîn
PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Tenduristiya parêzgeha Helebcê ya Herêma Kurdistanê diyar kir, her karmendê/a ku derziya Koronayê li xwe nedabe, mûçeyê wî/wê nayê dayîn.
Berpirsê Giştî yê Tenduristiya Helebcê Dr. Azad Mistefa da zanîn, ji bo parastina tenduristiya bajêr û nehiştina vîrusa Koronayê, me biryar daye kîjan karmenda/ê me derziya Koronayê li xwe nedabe, em mûçe nadinê heta derziyê li xwe dide.
Dr. Azad Mistefa bang li wan karmend û nojdarên ku derzî li xwe nedane kir ji bo lêdana derziyê lezê bikin yan jî her hefte testa Koronayê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin