Hemû navendên lêdana derziya Koronayê ji bo mamosteyan tên terxankirin
PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, hefteyekê hemû navendên lêdana derziyê, ji bo mamosteyên Wezareta Perwerde û Perwerdehiya Bilind terxan kir.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî diyar kir; ev biryar ji bo parastina canê mamoste û xwendekaran e. Heta niha zêdetirî 60 hezar mamoste navê xwe ji bo wergirtina derziyê tomar kirine û zêdetirî 22 hezar mamoste jî doza yekem a derziya Koronayê wergirtine.
Dr. Saman Berzincî da zanîn: “Li ser fermana serokwezîr, ji bo girîngîdana bi mamosteyan, piştî gotûbêjkirina vê mijarê, ji bo ku temamê mamoste û fermanberên li nav dibistan, peymangeh û zanîngehan derziyê werbigrin, gihîştine wê biryarê ku bi dirêjahiya hefteyekê hemû navendên lêdana derziyê ji bo mamosteyan werin terxankirin.”
Berzincî destîşan kir: “Li gor amarên herî dawî, heta niha zêdetirî 60 hezar mamoste ji bo wergirtina derziyê navê xwe tomar kirine û nêzîkî 22 mamoste jî doza yekem a derziyê wergirtine. Di nav wan de 17 hezar mamoste doza duyem wergirtine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin