Talîbanê proseya lêdana derziya Koronayê qedexe kir

14 August 2021 10:00 0 dîtin
Talîbanê proseya lêdana derziya Koronayê qedexe kir

PeyamaKurd – Talîbanê, proseya lêdana derziya Koronayê li herêma Paktiya ya li rojhilatê welat qedexe kir.

Li gor kanala televîzyonê ya Şimşad a Afganistanê, ji Serokê Fermangeha Tendirustiyê ya Paktiya Wîlayat Xan Ehmedzay diyar kiriye; Talîbana ku hefteya borî herêm kontrol kiribû, proseya lêdana derziya Koronayê li herêmê qedexe kir.

Wîlayat Xan Ehmedzay diyar kir: “Beşa lêdanê li herêmê, heta 3 rojan hatiye girtin û kesên serdana binkeyê kirine, hatine agahdarkirin ku derzî hatiye qedexekirin. Talîbanê hejmarek karmend neçar kirine ku proseyê rawestînin û derziya Koronayê li kesî nedin.”

Tevgera Talîbanê, çend hefte ye êrîşên xwe li ser Afganistanê zêde kirine û piraniya deverên welat kontrol kirine û sînorên ligel Îran, Tacîkistan, Tirkmenistan, Çîn û Pakistan xistine bin kontrola xwe, ligel vê jî hejmarek paytextên herêman jî dagir kirine, ku ji wan herî girîng Qendehar û Herat e.