Rêxistina Tenduristiyê li ser jêderka koronayê gotina xwe ya dawî got!

08 May 2020 19:41 0 dîtin
Rêxistina Tenduristiyê li ser jêderka koronayê gotina xwe ya dawî got!

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) li ser nîqaş û îdiayên ku vîrusa koronaya nû Covid-19 ji laboratûareke bajarê Wuhan ê Çînê derketiye, bi daxuyaniyekê hemû îdia red kirin.

Rêxistinê da xuyakirin, vîrusa korona bi awayekî siruştî belav bûye ango nehatiye çêkirin û got, ji Çilan bi mirovan ketiye û roleke mezin a bazara ajalên dirinde ya Wuhanê di belavbûna wê de heye.

Di serî de Serokê Amerîkayê Donald Trump û beşek ji zanyarên pizişkî yên Amerîka û cîhanê îdia dikirin ku vîrus yan hatiye çêkirin yan jî ji laboratûareke Wuhanê ji ber îhmalkariyê derketiye derve, lê heta niha ti delîleke piştraskirî nehatibû nîşandan.

Li aliyê din welatê Çînê daxwazên pisporan ên lêkolînkirina ser jêderka vîrusê li Wuhanê bi sedema ku hîn pandemiya korona bidawî nebûye red kiribû ku ev jî bûbû cihê gumanan.

Ji vîrusa koronayê ku ji Çînê belavî dinyayê bûye heta niha, li behtîrî 180 welatan 271 hezar û 410 kesan can daye û 3 milyon û 940 hezar kes jî pê ketine.